Hilbijartinên bo dîyarkirina berbijarîya Partîya Demokrat ya jibo seroktîya Amerîka îro Duşemê li eyaleta Iowa destpê dike.
Li pirtir 1600 xwendingeh, navendên civakî û cîhên giştî yên Ioawa endamên tomarkirî yên Partîya Demokrat kom dibin û nirxandina 11 kandîdên heyî dikin.
Di pirsnameyên dawî de Senatorê eyaleta Vermontê Bernie Sanders û Cîgirê Serokê Amerîka yê berê Joe Biden di rêza pêşîn de xwane dibin.
Rêvebirên Partîya Demokrat li Iowa didine zanîn ku kandîdên wan jibo propaganda û reklaman heta niha pirtir ji $800 mîlyon dolar qerc kirine ku bandorê li ser hilbijeran bikin.
Li istana Ioawa dîyarkirina namzetan bi rêka civinên dengdanê anku “caucus” pêk tê û endamên partîya bi rêya gotûbêj û îknakirinê hewil didin ku alîgirên xwe zêde bikin.
Civînên denganê di demjimêr 7’ê êvarê ya bi dem xwecîhî destpê dikin û pir caran di nav çend seetan de encam xuya dibin.
Piştî Iowa, di dawîya Şubatê de li eyaletên New Hampshire, Nevada û South Carolina hilbijartinên dîyarkirina berbijarîyê têne kirin û dû re di 3’ê Adarê de berbijarên mayî di Sêşema Super (Super Tuesday) li 15 eyalet û herêman wîlayet derdikevin pêş hilbijeran.