Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê di peyameke taybet de rojbûna serokê Amerîkayê Donald Trump pîroz kir û tekzî li ser peywendiyên bihêz yên Îsraîl û Amerîkayê kir.
Netanyahu di peyamê de ku di platforma X'ê de weşand got ku rojbûna Trump îsal di demek xweş de tê; "Ew bi salvegera 250'an a serxwebûna Amerîkayê re hevdem e. Wî behsa Amerîkayê wekî "welatekî mezin ê ku li ser azadî û baweriyê hatiye damezrandin" bi nav kir."
Serokwezîrê Îsraîlê her wiha ji Trump re hêz û tenduristiya berdewam xwest û got ku ew hêvî dike ku ew ê di rêberiya Amerîkayê ber bi "paşerojek geş û aştiyê ji bo cîhanê bi rêya hêzê" de biserkeve.
Wî got, "Amerîka û Îsraîl dê têkilî û yekîtîya di navbera her du welatan de xurt bikin."