JD Vance: Bê Rêkeftin bi Îranê re Em Vedigerin Amerîkayê

Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance sibeya roja Yekşemê di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku danûstandinên bi Îranê re bê rêkeftin bi dawî bûne, û piştrast kir ku ew vedigerin Amerîkayê bê ku rêkeftinek bi Îranê re çêkin.

Vance, ku serokatiya şandeya Amerîkayê li Pakistanê dikir, got ku danûstandin 21 demjimêran dom kirin, lê "Îran nehate pêş ku mercên Amerîkayê qebûl bike."

Wî di konferanseke rojnamevanî ya kurt de got, hêjî "Tu rêkeftin nehatin kirin", û tekez kir ku serederîya şandeya Amerîkayê bi Îranê re "pir nerm" bû.

Vance pesina navbeynkarîya Pakistanê da û got "berî her tiştî ji bo Serokwezîrê Pakistanê û ji bo Mareşal Munîr, ku her duyan jî mêvandarîyek bêhempa encam da. Çi kêmasî di danûstandinan de hebin jî, bê guman ew ne ji ber Pakistaniyan bûn."

"Îran ne amadeye ji bo peymaneke demdirêj ku dest ji bernameya çekê navokî berde. Em jî peymanek zelal dixwazin ku bibînin Îran çekê navokî çêneke," Vance got.

Wî da zanîn ku di dema gotûbêjan de jî bi berdewamî têkilî bi serok Trump re hebû.