CENTCOM: Îdî'aya Îranê ya ku ew Êrîşî Sivîlan Nake Derew e

Arşîv: Êrîşên Îranê yên ser Binesaziya Sivîl a Erebistana Siûdî - Kompanya mezin a Aramco. 3ê Cotmeha 2026an.

Fermandarîya Navendayî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku îdî'ayên wezîrê derve yê Îranê yên derbarê ku ew êrîşî ser armancên sivîl li welatên li herêmê nake, derewe.

Di hesaba xwe ya X'ê de CENTCOM dibêje "Wezîrê Derve yê Îranê vê dawîyê bi eşkereyî îdî'a kiriye ku Îranê li dijî welatên cîran êrîşî sivîlan nekiriye. Ev îdî'aya derew e."

Li gorî agahdarîyên ku hatine bidest xistin û eşkerekirin, Îran ne tenê binesazîyên sivîl, taxên niştecihan û navendên din ên sivîl li welatên Kendava Farisî bi zanabûn armanc girtine, lê herwiha li deryayê jî êrîşî deryavanên sivîl kiriye.

CENTCOM'ê da zanîn ku di van mehên dawî de, zêdetirî 20 deryavan di encama van êrîşan de hatine kuştin.

"Ev bûyer nîşan didin ku êrîşên bê ferq û cudahî yên Îranê li dijî sivîlan û binesaziyên sivîl pirsgirêkeke girîng a ewlehîyê ne û rewa nayên dîtin," CENTCOM'ê got.