Reaksyonên Navxweyî û Navnetewî ser Rêkeftina Amerîka û Îranê

Alayê Amerîkayê û Îranê

Piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump êvarîya Yekşemê peyameke taybet ser Truth Social derbarê rêkeftina bi Îranê re weşand, reaksyonên navxweyî, herêmî û navnetewî derketin holê.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di peyamekê de pîrozbahî li rêkeftina Amerîka û Îranê kir û got ku "Ez bi germî pêşwaî dikim. "

Guterres, di peyama xwe ya ku di platforma Xê de weşandî got، "Ez bi germî pîrozbahiyê li Amerîka û Îranê dikim ji bo gihîştina rêkeftineke aştiyê ku agirbesteke bilez û mayînde, vekirina Tengava Hormuzê, û her weha çarçoveyek ji bo danûstandinên din peyda dike. Ev gaveke girîng a ber bi çareserkirina aştiyane ya pevçûnê ve temsîl dike. "

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent di platforma X'ê de ser rêkeftina bi Îranê re got "Serok Trump, îro bi Îranê re peymaneke aştiyê ya dîrokî pêk anî û berdewam dike ku cîhanê ewletir bike."

Bessent zêdekir û got "Serkirdayetiya wî, digel têkiliyên wî yên rasterast bi hevalbend û dijberan re, dê di sedsalên pêş de di pirtûkên dîrokê de werin tomar kirin."

Nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz di X’ê de got "Serok Trump Amerîka, xistiye pêşiya her tiştî û peymaneke aştiyê bi rêya danûstandinan kiriye ku dê me ewle bihêle, ewlehiya Amerîkayê misoger bike û rê li ber Îranê bigire ku çekên navokî bi dest bixe."

"Ji destpêkê ve, Donald Trump zexta herî zêde çêkir, zirar kêm û sînordar kirin û hêzên leşkerî yên pêbawer bicîh kir da ku encama herî baş bidest bixe û misoger bike," Balyoz Waltz got.

Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve Muhammed bin Ebdulrehman Al-Sanî, peymana lihevkirinê ya di navbera Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de wekî gaveke erênî ber bi kêmkirina aloziyan û xurtkirina aramiya herêmî ve pêşwazî kir.

Serokwezîrê Qeterê her wiha ji bo rola wan di amadekirina zemînê ji bo gihîştina vê lihevkirinê de spasiya Pakistan û aliyên din ên herêmî û navneteweyî kir.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, peymana di navbera Amerîkayê û Komara Îslamî de wekî gaveke girîng ber bi bidawîkirina şer, misogerkirina aramiya herêmî û vekirina Tengava Hormuzê pêşwazî kir.

Starmer pîrozbahî li Donald Trump û navbeynkarên peymanê kir, di nav de Pakistan, Qeter û yên din, lê got ku divê niha bal were kişandin ser bicîhanîna peymanê, misogerkirina ku Tengava Hormuzê vekirî bimîne, û dawîkirina hûrguliyên peymana navokîî. Wî zêde kir ku London amade ye ku piştgiriyê bide gotûbêjên teknîkî yên berdewam.

Koşka Elysee daxuyaniya hevbeş a 4 welatan; Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalyayê piştî ku Amerîkayê û Îran li hev kirin ku şer bidawî bibe weşand.

Di daxuyaniyê de hat ku ew amade ne ku cezayên li ser Îranê ji ber bernameya wê ya navokî rakin, eger ku Îran soz bide ku çekên navokî çêneke.

"Divê Îran qet çekên navokî bi dest nexe. Em amade ne ku bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îranê û Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî re bixebitin da ku bigihîjin vê armancê," çar rêberan roja Yekşemê di daxuyaniyek hevbeş de gotin.