Donald Trump: Îran ji Her Demê Zêdetir li Benda Azadiyê Ye

Serokê Amerîka Donald Trump

Serok Donald Trump piştgirîya Amerîkayê ji bo xwepêşanderên li Îranê dubare kir û got ku Îran nêzîkî azadiyê ye.

Trump di peyama xwe ya roja Şemiyê de nivîsand, "Îran ji her demê zêdetir li benda azadiyê ye. Amerîka jî, amade ye ku alîkariyê bike."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî, îro Şemê 10'ê Çile, piştgirîya welatê xwe ji bo xwepêşanderên Îranê ragihand û li dijî her cure tepeserkirina tund a li ser wan hişyarî da.

Serokê Amerîka, berê vîdyoyek ji xwepêşandanên Îranê li ser malpera xwe ya tora civakî belav kiribû û got bû: "Zêdetirî milyonek kes beşdarî xwepêşandanan bûne."

Duyem bajarê herî mezin ê Îranê ketiye destê xwepêşanderan û hêzên hikumetê paşve kişiyane."

Trump roja Înê ragihand û got Komara Îslamî ya Îranê rastî kêşeyên mezin hatîye, "Ez weha dibînim ku xelkê niha dest danîye ser wan bajaran ku çend hefteyan berê kesekî bawer nedikir ku tiştek weha çê bibe."

Trump amaje bi wê yekê jî kir û got, "Em rewşê pir bi baldarî dişopînin û min pir zelal kirîye ku heke ew weke berê dest bi kuştina xelk bikin, em ê pêngavan biavêjîn."