Amerîka Êrîşî Bingehên Mûşekên Îranê yên Nêzîkî Tengava Homuzê Dike

Tengava Hormuzê.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên Amerîkayî Sêşemê bi şev li dijî baregehên mûşekên Îranê yên nêzîkî Tengava Hormuzê êrîşeke serkeftî pêk anîne.

CENTCOM li ser platforma X'ê ragihand ku çend bombeyên giran ên 2,267 kîlo, ku dikarin bikevin jêr erdê û di kûrahîyan de peqînan çêkin, bikar anîne. Ew mûşek taybet in ji bo hilweşandina armancên ku li cih û bingehên kûr de ne.

CENTCOM destnîşan kir ku cihên hatine armanckirin bingehên mûşekên krûz bûn, ên ku dijî-keştîyan tên bikaranîn ku gefek cidî ne li hember bazirganîya navneteweyî ya li Tengava Hormuzê.

Tengava Hormuzê yek ji rîyên veguhestina petrolê û bazirganîya cîhanî ya herî girîng e. Her bêaramîyek li ser vê rîyê dikare bandorên mezin li bazara enerjîya cîhanî bike.

Ev êrîş di demekê de tê ku Amerîka hewlên xwe ji bo kêmkirina gefa leşkerî ya Îranê û parastina azadîya tevgera keştîyên bazirganî li ser wê rîya stratejîk didomîne.