Serok Trump: Firokvanê Amerîkî yê Din ji Nav Axa Îranê Hat Rizakrkirin

U.S. President Donald Trump delivers an address to the nation about the Iran war at the White House in Washington

Serokê Amerîkayê Donald Trump di platforma Truth Social de payemk ser rizgiarkirina pîlotê din ê Amerîkî weşand ku ji roja Înê ve firoka wan li Îranê ketibû, hat rizgarkirin.

Donald Trump serê sibeya Yekşemê di Truth Socail de nûçeya rizgarkirina pîlot ragihand û got "Me ew dît! Ey welatiyên Amerîkayê, di çend demjimêrên borî de. Leşkerê Amerîkayê yek ji operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê yên herî wêrek di dîroka Amerîkayê de pêk anî da ku yek ji efserên herî jêhatî, ku pileya wî kolonêl e, rizgar bike."

Trump got, "ez radigihînim ku rewşa firokvanê efser ê hatî rizgarkirin başe û bi silamet e! Ev şervanê wêrek li çiyayên dijwar ên Îranê di xeta paşîn a dijmin de bû. Dijmin li wî digeriyan û kêlî bi kêlî nêzîkî wî dibûn, lê ew qet bi tenê nebû, ji ber ku fermandarê pileberz û wezîrê cengê û serok erkan, li ser pêşniyara min, artêşa Amerîkayê bi dehan balafirên bi çekên herî şerker ên cîhanê şandin da vî lehengê ku birîndare, lê wê baş bibe, vegerînin. "

Serok Trump di peyama xwe de dîsan got, "Ev operasyona lêgerîn û rizgarkirinê ya ecêb tevlî operasyona rizgarkirinê ya serkeftî ya duh dibe da ku firokvanê din ê wêrek were rizgarkirin, lê me di wexta xwe de neragihand da ku operasyona rizgarkirina firokvanê din nekeve metirsiyê. Ev cara yekê ye di dîroka leşkerê Amerîka de du firokvan ji nav kûrahîya axa dijmin werin rizgarkirtin. Serkeftina me di pêkanîna herdu operasyonan de bêyî kuştin an birîndarkirina yek Amerîkî, careke din serdestîya me li ser qada esmanî ya Îranê belge dike. Ev kêlîyek e ku divê hemû Amerîkî pê serbilind bin, Komarî, Demokrat û her kes, û divê hemî yekgirtî bin. Bi rastî jî artêşa me ya herî baş û xwedî ezmûn di dîroka cîhanê de ye. Xwedê Amerîkayê biparêze, Xwedê hêzên me biparêze, cejna mezin li her kesî pîroz be."

Ji hejî gotinê ye ku roja Înê, firokeke F-15 ya Amerîkî li başûrê rojavayê Îranê ket xwarê û her du firokvan karîn bi ewlehî bi paraşûtê dakevin erdê. Di gonaxa yekê de, hêzên Amerîkî karîn firokvanekî rizgar bikin, lê yên din li herêmeke asê û hesas ketibû, ji ber vê yekê rizgarkirina wî demek dirêj girt. Artêşa Amerîkî bi fermî ti hûrgiliyên wê bûyerê di wexta xwe de eşkere nekirin da ku jiyana firokvanê din parastî be.

Berê, medyaya Îranî propaganda dabûn destpêkirin û digot, hêzên Amerîkî dixwazin firokvanê din bikuje da ku ew nekeve destê hêzên Îranî.