Malpera Axios li ser zarê karbidestekî Amerîkî dibêje ku Amerîka bi fermî razî nebûye ku agirbestê bi Îranê re dirêj bike, tevî ku danûstandinên berdewam di navbera herdu alîyan de hene.
Karbidestê ku navê xwe eşkere nekir, rave kir ku "berpirsên Amerîkayê bi fermî razî nebûne ku agirbest were dirêjkirin," û got ku "di navbera Amerîkayê û Îranê de ji bo gihîştina rêkeftinekê danûstandinên berdewam hene."
Berê, Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku ew derbarê dirêjkirina agirbestê bi Îranê re nafikire, tevî ku behsa egera gereke duyemîn a danûstandinan li paytexta Pakistanê Îslamabadê hatiye kirin.
Raport dibêjin ku di nav girjî û alozîyên bêhempa de li herêmê, tirs heye ku şer dîsa destpê bike.
Trump di daxuyanîyekê de ji bo kanala ABC News gotibû ku "Dikare pirs bi her awayî bidawî bibe, lê ez hizir dikim ku gihîştina rêkeftinekê tiştê herî baş e ji ber ku ewê bihêle Îran xwe ava bike û vejîne."
Ev daxuyanî di demekê de tên ku hewldanên dîplomatîk piştî ku gera danûstandinan a Îslamabadê bê rêkeftin bidawî bû, tevî ku niha jî peywendîyên nerasterast ên berdewam di navbera herdu alîyan de hene.