Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê di peyameke kurt de li ser platforma Truth Social nivîsand ku "Îranê çend caran agirbest binpê kiriye."
Di daxuyanîya serokê Amerîkayê de ti ravekirin nehatine kirin û behsa ti hûrgilîyan nayê kirin.
Belavkirina vê peyama kurt a Serok Trump di demekê de tê ku agirbesta di navbera Amerîka û rejîma Îranê de, ku armanca wê gihîştina rêkeftinekê bû, dê di nav kêmtirî 48 demjimêran de bidawî bibe.
Di peyameke berê wê de Serok Trump got, "Operasyona Çekûçê Nîvê Şevê jiholêrakirineke giştî û tevahî a cihên ‘Toza Navokî’ li Îranê bû. Ji ber vê yekê, derxistina wê dê di pêvajoyeke dirêj û dijwar re derbas bibe."
Gotûbêjên di navbera Washington û Tehranê de li Îslamabadê ji bo gihîştina rêkeftinekê carekê gihîştin astengiyekê, û niha tê pêşbînîkirin ku herdu alî îro û sibê gereke din a danûstandinan lidar bixin.