Trump Dibêje Îran di Nav Tevlihevîyeke Mezin a Rêberîyê de ye

Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê got ku "Îran van rojan di nav tevlihevîyeke mezin de ye ka kî rêberîya wan dike; ew bi rastî nizanin çi diqewime."

Trump li ser platforma Truth Social got "Nakokîyên navxweyî navbera tundrêyên ku li qada şer bi şikestineke giran re rû bi rû mane û reformxwazên ku ne ewqasî nerm in e, herdu jî bi bêzarî û bêaramîyeke tevahî re rû bi rû mane."

Serok Trump derbarê dorpêça Tengava Hormuzê jî got, "Me Tengava Hormuzê bi tevahî kontrol kiriye. Bêyî erêkirina Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, tu keştî nikare bikeve bendaran an jî derkeve."

Serokê Amerîkî di peyameke din de roja Pêncşemê got ku wî ferman daye Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ku her keştîyek biçûk, ku hewl dide li Tengava Hormuzê mayînan biçîne, armanc bigirin û wêran bikin.

Trump herwiha got "Hêzên me niha tengava Hormuzê paqij dikin. Ez fermanê didim ku çalakî berdewam bibin, lê sê qatî bêtirî asta berê."