Îran Êrîşî Kuweyt û Behreynê Dike û Hêzên Amerîkî Mûşek û Dronên Îranê Asteng Dike

Arşîv: Mûşekên Îranê bo ser herêma Kendavê û Rojhilata Navîn

Artêşa Kuweytê ragihand ku hêzên wê yên berevanîya esmanî bi êrîşên mûşekî û dronan re rû bi rû ye.

Di daxuyanîyekê de îro Şemîyê, Serfermandarîya Giştî ya Artêşa Kuweytê got ku dengên teqînên ku li hin deveran têne bihîstin, ji ber operasyonên destwerdanê yên ku ji hêla sîstema berevanîya esmanî ve ji bo bersivdana êrîşên Îranê pêk hatine.

Ajansa Reuters li gor Artêşa Amerîkayê dibêje ku hêzên Amerîkayê roja Şemîyê piştî ku dronên Îranê ber bi Tengava Hormuzê ve hatin avêtin, ew hatine xistin. Herwiha artêşa Amerîkayê li navendên radarên Îranê xist.

Karbidestekî Amerîkî ji Reuters re got ku artêşa Amerîkayê bawer dike ku herî kêm çar dronên Îranê ku tevgera deryayî ya li Hormuzê armanc girtibû, asteng kirine.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser X’ê got ku Amerîkayê paşê li navendên çavdêrîyê yên Îranê li Goruk û Girava Qeşim, ku her du jî li ser Tengava Hormuzê ne, xist.

Ev yek di demekê de tê ku Ajansa Nûçeyan a Mehr a Îranê, bi îdîaya çavkanîyên herêmî, ragihand ku dengê guleyên hişyarîyê li nêzîkî Tengava Hormuzê hatine bihîstin, ku girêdanek bi tevgerên deryayî yên Amerîkî li herêmê re nîşan dide.

Îranê heft mûşekên balîstîk ber bi Kuweyt û Behrêynê ve avêtin, çend demjimêran piştî ku CENTCOM çar dronên êrîşê yên yekalî yên Îranî xistin xwar.

CENTCOM diyar kir ku nirxandinên destpêkê nîşan didin ku şeş ji mûşekên ku ji hêla Îranê ve hatine avêtin, hatine astengkirin. Ya heftemîn jî negihîştiye armanca xwe. Niha ti raporên ziyanan li ser leşkerên Amerîkî yên li herêmê tune ne, û îdîayên Îranê yên zirardana bingeha 5'emîn a Amerîkî li Behreynê derew derxistin.

CENTCOM got, "hêzên me hişyar û amade ne ku bersiva her êrîşeke Îranê bidin û ewê bi her awayî berevanîya xwe bikin."

Li alîyekî din, Fermandarîya Giştî ya Hêza Berevanîya Behreynê ragihand ku "Îran bi êrîşên xwe yên hovane yên bi mûşek û dronan ên li dijî sivîlên Behreynê, êrîşên xwe yên sîstematîk didomîne."

Di daxuyanîyekê de, artêşa Behreynê got: "Bi biryardarîyeke pêbawer a bilind, sîstema Berevanîya Esmanî ya Behreynê bi serkeftî sê mûşek û çend dronan Îranê asteng kirin û têk birin."

Welatên Kendavê û yên herêmî weke Misrê, êrîşên Îranê yên bê sedem û bê bingeh şermezar kirin.