CENTCOM Dibêje, Hêzên Wan Du Dronên Îranê li Tengava Hormuzê Xistin Xwar

Hêzên Amerîkî li Tengava Hormuzê

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser X’ê got Îro serê sibê, hêzên Amerîkî yên ku li Rojhilata Navîn cih girtine, du dronên Îranê yên êrîşkar û yekarasteyî xistin xwarê.

Li gorî agahdarîyên destpêkê, CENTCOM dide zanîn ku van dronan metirsîyek ji bo tevgera keştiyên navneteweyî li Tengava Hormuzê çêkirine.

Fermandarîya hêzên Amerîkî ragihand ku ev operasyon ji bo parastina ewlehîya rêyên deryayî û astengkirina her cure gefên li dijî bazirganîya navneteweyî hate kirin.

Di daxuyanîyê de her wiha hat gotin ku hêzên Amerîkî hîn jî di rewşeke amadebaşîyê de ne û amade ne ku li hember her cûre êrîşên Îranê rawestin û berjewendîyên xwe û ewlehîya hêzên xwe û hevpeymanan li herêmê biparêzin.

Tengava Hormuzê yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên cîhanê ye ku beşek mezin ji bazirganîya petrolê ya navneteweyî ji wir derbas dibe.

Hêjayî gotinê ye ku Ev daxuyanî di demekê de tê ku alozî li herêma Kendavê zêde dibin û rojek piştî ku Fermandarîya Navendî ragihand ku wan mûşekên balîstîk û dronên Îranî asteng kirine ku Tengava Hormuzê û welatên cîran ên Kendavê armancgirtin.