CENTCOM: Tîma Helîkoptera Apache bi Ewlehî Hat Rizgarkirin

Helîkoptereke Hêzên Amerîkayê li Tengava Hormuz.

Du endamên Artêşa Amerîkayê ku di helîkoptera AH-64 Apache de bûn, piştî ku helîkoptera wan li nêzî peravên Omanê ket deryayê, bi ewlehî hatin rizgarkirin.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Sêşemê di daxuyanîyekê de got "Li gor agahdarîyên fermî, bûyera ketina firoka Helîkopter di demjimêr 7:33'ê êvara 8'ê Hezîranê de qewimî, dema ku helîkopter di erkeke çavdêrîya avên herêmî de bû."

Hêzên Amerîkayê di nava nêzî du demjimêran de karîbûn her du leşkeran rizgar bikin. Karbidestan ragihand ku rewşa wan a tenduristîyê baş e û jiyana wan ne di metirsîyê de ye.

"Sedema ketina helîkopterê hîn nehatiye eşkerekirin û vekolîneke fermî li ser bûyerê dest pê kiriye," CENTCOM'ê got.

Operasyona lêgerîn û rizgarkirinê ji alîyê Fermandarîya Navendî ya hêzên deryayî yên Amerîkayê û firqeya komandos ya 82'an ve hate rêvebirin. Herwiha, yekîneyên Hêza Esmanî û Hêza Deryayî ya Amerîkayê, di nav wan de Yekîneya Taybet a 59, a girêdayî leşkerê Amerîkayê yê 5'an hat piştgîrîkirin.