Trump: Dibe ku di Du Sê Rojan de Peymanek ligel Îranê Were Kirin

Serokê Amerîkayê- New York 09-06-2026

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê ragihand ku dibe peymanek ji bo dawîkirina şerê di navbera Îran û alîyên têkildar de di nav “du an sê rojan” de were bidestxistin.

Trump dema serê sibehê zû li firokxaneya John F. Kennedy ku bi firokeya Air Force One dixwest vegere Koşka Sipî, gote rojnamevanê CNBC News ku "Amerîka û Îran niha di qonaxa dawî ya danûstandinên peymanekê de ne." Wî got "pir baş û pir girîng e."

Serok Trump careke din tekezî li ser bernameya navokî ya Îranê kir û got “bi tu awayî destûrê nade ku çekên navokî werin çêkirin.”

Serokê Amerîkayê ev daxuyanî derbarê rewşa danûstandinên bi Îranê re, piştî beşdarbûna xwe di pêşbirka dawî ya lîga basketbolê (NBA) de li bajarê New York'ê ji nû ve dubare kir.

Wî herwiha got ku eger peyman were îmzekirin, rêya deryayî ya girîng a Tengava Hormuz dê “bilez û bez” ji nû ve were vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku rewşa agirbestê ya hestiyar li Rojhilata Navîn di dawîya hefteyê de ji nû ve têkçû. Îran û Îsraîl ji bo yekem car ji dema destpêkirina agirbestê di Nîsanê de, êrîşên li dijî hev encamdan.

Çavdêr û şirovekarên siyasî dibêjin ku çarenûsa danûstandinên niha dê roleke girîng di aramkirina herêmê û pêşîgirtina berfirehbûna nakokîyan de bilîze.