Yekem Civîn di Navbera Nûnerên Amerîka û Îranê de li Swîsrayê Pêkhat

Civîna Swîsrayê

Qeterê ragihand ku roja Yekşemê yekem civîna komîteya asta bilind bi beşdarîya nûnerên Amerîkayê, Îran û welatên navbeynkar, Qeter û Pakistanê re lidar xistiye.

Qeterê hêviya xwe anî ziman ku ev civîn dê bibin sedema peymanek berfireh û mayînde ku hemî aliyên di Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê de ya di navbera Washington û Tehranê de vedihewîne çareser bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Mecîd bin Mihemed El-Ensarî diyar kir ku "komên teknîkî û teknolojîk ên pispor ji bo danûstandina şertên peymana dawî hatine avakirin, ku dê hemî aliyên Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê bigire nav xwe. Wekî din, komên şopandinê hatine avakirin da ku çavdêriya pêkanîna Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê bikin û pêşveçûnê bişopînin, ku bibe sedema encamdana Rêkeftina dawî. Ev pabendbûna hemî aliyan nîşan dide ku di pêvajoya danûstandinê de bi niyeta baş pêşve biçin, bi armanca gihîştina peymanek berfireh û domdar."

El-Ensarî piştrast kir ku "Dewleta Qeterê, wekî yek ji welatên navbeynkar, dê bi Pakistanê û hemî aliyên peywendîdar re ji bo afirandina rewşek erênî ku rê bide danûstandinan ku bigihîjin armancên xwe, xebata xwe bidomîne."

Hat ragihandin ku mijarên sereke yên di civînên Swîsrayê de, avakirina komîteyên taybet yên teknîkî û şopandina Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê, pirsên weke azadkirina samanên Îranê yên cemidandî, û bernama navokî ya Îranê.

Hêjayî gotinê ye ku roja Yekşemê 21 Hezîranê Hilcivîna "Gola Lucerne" ya li Swîsrayê ku bicîanîna Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê ya di navbera Amerîyaê û Îranê de aramnc dike dest bi civînên xwe kir, ku nûnerên Amerîkayê û Îranê bi navbeynakrîya her du welatên Pakistanê û Qeterê birêve diçe.