Wezareta Berevanîya Behyreynê îro Duşemê ragihand ku hêzên wan ên berevanîya esmanî hejmarek êrîşên "Neheq û xiyanetkar" yên Îranê asteng kirine û têk birine.
Li gor daxuyanîya Fermandarîya Giştî ya Behreynê gotîye ku "bi biryardarîyeke bê şik û amadehîyeke bilind a bersivdanê, sîstemên berevanîya esmanî yên welêt roja Duşemê sibehê çend êrîşên esmanî yên Îranê yên xiyanetkar asteng kirine û têk birine."
Her wiha got ku "Îran bi rêya êrîşên xwe yên hovane yên bi karanîna mûşek û dronên ku sivîlan li welatê Behrêynê armanc digirin, nêzîkatîya xwe ya dijminane ya sîstematîk didomîne."
Fermandarîya Giştî piştrast kir ku "hemû çek û yekîneyên wê di asta herî bilind a amadebaşîyê de ne û ji bo parastina ewlehîya welêt di hişyarîyeke bilind de ne."
Piştî ku Îranê bi domdarî êrîşî ser keştîyên bazirganî kirin li Tengava Hormuzê, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê CENTCOMê ragihand ku wan pêleke êrîşan li dijî armancên leşkerî yên Îranê pakanîye.
Li gor Fox News, karbidestên Amerîkî îdîayên medyaya civakî red dikin, yên ku dibêjin li Kuweytê di dema êrîşên Îranê de leşkerên Amerîkî birîndar bûne.
Berpirsên Amerîkî gotine ku ew raport yên behsa birîndar bûna leşkerên Amerîkî dikin nerast in.
Ev zêdebûna êrîşên Amerîkayê bi ser armancên leşkerî yên Îranê hat, piştî wê yekê ku êrîşa Îranê li ser keştîyek barhilgir a bi ala Qubrusê li Tengava Hormuzê pêkhat.