Wezareta Cengê ya Amerîkayê (Pentagon) nasnameya herdu leşkerên Artêşa Amerîkayê ku di êrîşên mûşek û dronî yên Îranê de li Urdunê hatine kuştin, ragihand.
Wezaretê got, "Efser Tegmen Tyler James Feehan (25 salî) ji Hawaii di 18ê Tîrmehê de, û Isabella Gonzales (19 salî) ji Texas di 17ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan."
Li gorî daxuyanîya wezaretê, Gonzales di dema ku di operasyonek dijî Daişê de beşdar bû û alîkarîya parastina bingehê li dijî êrîşên Îranê dikir, hate kuştin."
Wezaretê di heman demê de wêneyê Gonzales belav kir û got ku lêkolîna li ser şert û mercên êrîşê hîn jî berdewam e.
Teğmen Tyler James Feehan
Di vê navberê de, hêzên Amerîkayê şeva nehemîn li pey hev êrîşên bersivdanê li ser armancên Îranê domandin, di demekê de ku pevçûn li Rojhilata Navîn berdewam dikin.