Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) êvarîya roja Sêşemê 8ê Îlonê ragihand ku hêzên wan li avên deryayî yên li herêmê 5 keştiyên petrola xav ya Îranê wêran kirin.
CENTCOM di platforma Xê de got ku di 8ê Îlonê de, piştî ku hêzên Sopayê Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) di du rojên borî de du caran bi mûşekên balîstîk êrîşî keştiyeke cengê ya girêdayî hêzên deryayî yên Amerîkî kirin, pênc tankerên petrola xav li Îranê hatin wêrankirin.
CENTCOM got jî ku , keştiya şer a Amerîkî ku bûbû armanca êrîşên mûşekên Îranê bi serkeftî ji her du hewldanên êrîşkariyê rizgar bûye û ti kesek ne hatîye kuştin yan birîndar kirin.
Êrîş û bersiva leşkerê Amerîkî li hember êrîşên Îranê di demekê de tên ku aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de li herêmê berdewam dikin û girjîyên leşkerî li avên herêmî zêde dibin.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Sêşemê 8’ê Îlonê di merasîmeke bîranîna êrîşên 11’ê Îlonê de ragihand ku Îran nêzîkî çêkirina çêkê navokî bûbû, lê niha ti derfet ji bo wan nemane ku bigihîjin wî çekî.