Serokê Amerîka Donald Trump pesna danustandinên bi Komara Îslamî ya Îranê re da û tekez kir ku keştiyeke mezin a Amerîka dê di demek nêzîk de bigihîje derdora Îranê.
Trump li êvra roja Înê ji rojnamevanan re got, "Îran bi rastî dixwaze peymanekê bike, û em ê bibînin ka ew çawa dibe. Lê ez bawer dikim ku ew dixwazin wê rêkeftinê bikin û divê ew bikin."
Serokê Amerîka behsa danustandinên beriya êrîşa li ser dezgehên navokî yê Îranê kir û got "Cara borî wan biryar da rêkeftinê nekin, lê niha xuya ye ku ew cuda hizir dikin. Ji ber vê yekê em ê bibînin ka ev peyman dê çawa be. Keştiyek a me ya mezin ber bi wê alî ve diçe da bizanin ka encam wê çawa be."
Rojnamevanekî ji Serok Trump pirsî û behsa şandê Amerîka ya bi serokatiya nûnerê taybet Steve Witkoff, şêwirmendê bilind Jared Kushner û fermandê (CENTCOM) Brad Cooper kir û got, "Wisa xuya nake ku rêkeftinek hebe. Hûn çend amade ne li bendê bimînin?"
Serok Trump bersiv da û got "Dema me pir e. Ger hûn Venezuela yê bi bîr bînin, me bo demekê li bendê man. Em bi tu awayî lez nakin."
Herwiha got "Me bi Îranê re danustandinên baê hene, bi Rûsia û Ukrayna yê re danustandinên baş hene, em gelek danustandinan dikin."
Li ser berdewan kirina danustandinan Serok Trump got "Em ê di destpêka hefteya bê de careka din kom bibin. Ew ji dixwazin peymanekê çê bikin, û divê ew bikin. Ger ew peymanekê nekin, encam wê pir dijwar bin."
Li roja Înê civênek nersterast dinavbera nûnrên Amerêka û Îranê li Mesqet paytexta Omanê li dar xistin lê
Nûnerên Amerîkî û Îranî roja Înê li Muscat a Omanê civînek nerasterast li dar xistin lê hûrgilî nehatin eşkerekirin.