Koşka Spî Raporta New York Times ya li dor Rawestana Şerê Dijî Îranê Red Kir

Avahîyê Koşka Spî

Koşka Spî raporteke New York Times'ê red kir ku dibêje Amerîkayê dev ji planên berfirehkirina çalakîyên leşkerî li dijî Komara Îslamî ya Îranê berdaye.

Rêveberê têkilîyên ragihandinê yê Koşka Spî Steven Cheung roja Şemiyê got ku Serok Donald Trump her gav gotiye ku ew çareseriyek dîplomatîk dixin pêş, lê heke Komara Îslamî li Tengava Hormuzê an li dijî hevalbendan kiryarên terorîstî berdewam bike, dê hemî bijarde vekirî bimînin.

"Piştî cezayên serketî yên ku aborîya Îranê lawaz kirine û 13 rojan bombebarankirina armancên leşkerî, divê Îran hewl bide ku bigihêje rêkeftinekê; wekî din her kes dizane dê çi rû bide," wî got.

Li gorî Fox News, şîroveyên rêveberê ragihandinê yê Koşka Spî di bersiva raporek New York Timesê de got ku her ti nebe jî, niha serok Trump dest bi helmetek leşkerî ya mezintir li dijî Îranê paşxistî ye.

New York Times û CNN ragihand ku fikarên Cîgirê Serok JD Vance û Serokerkan artêşê Dan Caine rol di rawestandina demkî ya êrîşên ser Îranê de heye.

Li gorî çavkanîyên CNN, Vance û Caine roja Înê di civîneke li Koşka Spî de sedemên rawestandina demkî bo Trump û rêveberîyê rave kirine.

Çavkanîyekê got ku Caine ji Trump re gotiye ku artêşa Amerîkî dikare bijardeyan bicîh bîne û biserkeve, lê li ser derencamên êrîşan hişyarî daye.