Di Nav de Zarok, Amnesty Dibêje 30 Kes li Îranê li Jêr Metirsîya Darvekirinê Ne

Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî (Amnesty International) ragihand ku divê desthilatên Îranê demûdest darvekirina heşt kesên ku di xwepêşandanên li seranserê welêt de di meha Rêbendanê de hatin cezakirin rawestînin.

Amnesty di daxuyaniyekê de roja Înê herwiha bang li desthilatdarên Komara Îslamî kir ku "demûdest dawî li dadgehkirina bilez û neheq a herî kêm 22 kesên din ên girêdayî xwepêşandanan bînin."

Rêxistina Navnetewî got ku wan agahî li ser herî kêm 30 kesên hene ku di encama xwepêşandanên li seranserê welêt de bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne. Di nav wan de herî kêm heşt kes hene ku di meha Sibatê de "di nav hefteyên girtina wan de" cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Di nav kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn de, Salih Mihemed, Mihemed Emîn Biglari, Elî Fehîm, Ebul Fazl Salih Siyavaşanî, Amir Hussein, Hatemî, Şahîn Wahidparast, Kalour, Shahab Zahidî û Yaser Rajayfar cih digirin.

Amnesty got ku bi kêmî ve "22 kesên din, di nav de du zarokên 17 salî, di bin metirsîya darvekirinê de ne."

Rêxistinê got ku doz "li ser mikurhatinên ku di bin êşkenceyê de hatine bidestxistin, zincîreke binpêkirina mafên mirovan û darizandinên neheq hatine. Heta di qonaxa lêpirsînê de, destûr ji wan re nehat dayîn ku parêzer û malbatên wan parêzerên serbixwe peyda bikin."

"Bi dana cezayê darvekirinê di darizandineke kurt de çend hefte piştî girtina wan, desthilatên Îranê careke din kûrahîya bêrêziya xwe ya li dijî mafê jiyan û dadmendîyê derxist holê," Diana al-Tahawi, cîgira rêvebirê herêmî bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li Amnesty, got. Ew vê yekê "ji bo afirandina atmosfereke metirsîdar û şikandina gelê gelê ku daxwaza guhertinên bingehîn dikin bi kar tînin."

"Zarok û ciwan beşekî serekî ji wan kesan in ku ji xwepêşandanên Rêbendanê ve ji hêla hikûmetê ve hatine çewisandin û girtin, ji nûnertîya qanûnî ya karîger bêpar mane, rastî êşkence an reftarên xerab ên din hatine û di ordeyên yekkesî de têne girtin da ku bi zorê mikurhatinan bidin," wê got.

"Hejmara rastîn a kesên di bin metirsîya darvekirinê de pir zêde ye," wekî rêxistin dibêje, desthilatdar bi zanebûn rê li ber qeydkirina malbatan digirin û ji bo ku bi zorê mikurhatinên bistînin, şert û mercên wekî "binçavkirina ne têkildar", "windakirina bi zorê", "îşkence" û "reftarên xerab ên din" digirin.

Amnesty bang li hemû dewletên endamên yên Neteweyên Yekbûyî û saziyên navnetewî û herêmî dike ku tedbîrên dîplomatîk ên lezgîn bigirin da ku bang li desthilatdarên Îranê bikin ku ceza û darvekirinên Salih Mihemedî û Mihemed Emîn Biglarî betal bikin û darvekirinên din rawestînin û piştrast bikin ku her tawanbarek "li gor pîvanên darizandineke dadmend" were darizandin bêyî ku rastî mikurhatinên bi zorê bên.

Rêxistinê herwiha bang li hikûmetan dike ku givaştinê li ajansên navneteweyî bikin da ku xwe bigihînin girtîgeh û prosesên dadwerî.