Wezareta Îstixbarata Îranê îro Şemîyê di daxuyanîyekê de ragihand ku 17 kes li herêma Îlamê hatine girtine, ku li gor wezaretê, ewa têkelî bi “toreke sixurîyê” ve hene.
Daxuyanîyê sê kes ji wan wekî “rêberên meydanî” nasandin, ku navên wan tenê bi tîpên yekem eşkere kirin.
Wezaretê îdia dike ku ew kes di dema xwepêşandanên Çileyê de hatine girtin, ku destê wan di kiryarên wekî wêrankirina milkê giştî, şewitandin û teqekirinê de hebûn.
Îstaxbarata Îranê dibêje ku sê bombeyên TNT, klaşînkovek û hejmareke çekên din ligel wan girtin.
Rêjîma Îranê hergav îdîayên sixûrîyê ji bo tepeserkirin, girtin û darvekirina welatîyan bikar tîne.