Li Îranê Zêdetirî 460 Welatî ji Alîyê Rejîmê ve Hatine Girtin

Dezgehên ewlekarîyê yên rejîma Îranê li deverên cuda yên welêt girtina welatîyan berdewam dikin.

Ji destpêka operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê ve, rejîma Îranê dest bi girtinên berfirh ên welatîyan kiriye. Di van rojên dawî de jî herî kêm 466 welatî li deverên cuda yên welêt girtine.

Li gor raporta ajansa nûçeyan a Fars, ku ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ve ye, ev kes di van rojên dawî de ji alîyê hêzên îstîxbarat û ewlekarîyê ve hatine girtin.

Di raportê de dem û cihê rast ên girtinan nehatine diyarkirin, lê tê ragihandin ku ew bi tawana duristkirina tevlîhevîyê û endamtîya di komên dijberî Komara Îslamî de hatine girtin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand ku herî kêm pênc welatîyên Kurd ên bi navên Awat Sargoli, Celal Elewî, Wehab Huseyînzade, Hoyar Zehabî û Kawa Abdullazade li Mehabad û Nexdeyê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine girtin û ber bi cihekî nediyar ve hatine birin.

Li gort raporê, di rojên dawî de zêdetirî 20 welatîyên Kurd bi tawanên siyasî ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve li bajarên cuda yên parêzgeha Azerbaycana Rojava hatine girtin û bo Zindana Navendî ya Wirmê hatine veguhestin. Lê belê, derbarê nasnameya van kesan ti agahî nehatine wergirtin.

Berê di raporteke din de, wezareta îstîxbaratê ya rejîma Îranê roja Duşemê ragihand ku wê 67 welatîyên din bi tawana kişandina wêneyên êrîşên Îsraîl û Amerîkayê û şandina wan bo medyaya biyanî girtine.