Îsraîl Rejîma Îranê bi Karanîna Çekên Qedexe Tawanbar Dike

Balyozxaneya Îsraîlê li Amerîkayê rejîma Îranê bi karanîna bombeyên komî yên qedexe li dijî sivîlên Îsraîlî tawanbar kir.

Balyozxaneyê li ser tora civakî ya X’ê got, "Çekên komî bi awayekî hatine çêkirin ji bo belavkirina bi dehan perçeyên biçûk ên teqemenîyan li ser devereke mezin da ku ziyan û wêranîya herî zêde çêbikin."

Balyozxane tekez dike ku armanc bi eşkereyî berfirehkirina ziyanê û zêdekirina hejmara qurbanîyan e.

Çend mûşekên Îranî roja Pêncşemê serê sibê ji berevanî û sîstemên dijî mûşekan ên Îsraîlê derbas bûn.

Li gorî çavkanîyên leşkerî yên Îsraîlê û rêxistinên alîkarîyê, ti qurbanî nehatine ragihandin û destûr hatîye dayîn ku welatî ji stargehan derkevin.