Tevî Agirbestê, Herêma Kurdistanê Hîn jî Rastî Êrîşan Tê

Navenda bajarê Hewlêrê.

Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku derengî Pêncşemê çend êrîşên dronan deverên cuda li seranserê Herêma Kurdistanê kirin armanc.

Tevî agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de ku roja Sêşemê hate ragihandin, êrîşên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin.

Wezareta Navxweyî di daxuyanîya îro Înê de da zanîn hemû êrîşên Pêncşemê bi şev hatin pûç kirin.

Wezaretê herwiha got: “Herêma Kurdistanê û welatîyên wê li hêvîya vegera jiyana asayî bûn. Lê mixabin, terorîst û xêrnexwazên ku nikarin aramî û pêşketina welatê me ragirin, êrîşên xwe berdewam dikin.”

Li gor daneyên xwecihî, ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî rejîma Îranê di 28'ê Sibatê de, zêdetirî 700 dron û mûşekan Herêma Kurdistanê kirine armanc. Di encamê de 17 kes hatine kuştin û 92 kesên din jî birîndar bûne.

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Pêncşemê gazî balyozê Îraqê li Washingtonê kir ji bo civînekê, tê de êrîşên vê dawîyê yên mîlîşyayên Îraqî li ser bingehên diplomatîk yên Amerîkî li Herêma Kurdistan û Bexdayê protesto kirin.