Îranê Careke Din Êrîş Bir ser Îmaratê

Wezareta Berevanîya Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) îro Înê ragihand ku rejîma Îranê careke din bi mûşek û dronan êrîşî wan kirîye.

Wezaretê li ser platforma X'ê got ku sîstema berevanîya esmanî ya Îmaratê 2 mûşek û 3 dronên ku ji alîyê rejîma Îranê ve hatibûn avêtin, pûç kirine.

Wezaretê herwiha eşkere kir ku di encamê de 3 kes birîndar bûn. Li gor daxuyanîya wezaretê Îmaratî, ji destpêka operasyona Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ve, hejmara giştî ya birîndaran li Îmaratê bûye 230 kes ku ji neteweyên cuda ne.

Di daxuyanîya wezaretê de hat gotin ku “Ji destpêka êrîşên Îranê yên li ser Îmaratê ve, berevanîya esmanî 551 mûşekên balîstîk, 29 mûşekên kruz û 2,263 dron xistin xwarê.”

Wezareta berevanîyê diyar kir ku ew herdem amade ne bersiva her gefekê bidin. Wê got ku ewê ji bo parastina ewlekarî û serwerîya welêt her tiştî bikin.

Tevî ku di navbera Amerîka û Îranê de agirbest heye û herdu welat nerasterast ji bo aştîyê diaxivin, êrîşa îro Înê dibe ya sêyem li ser Îmaratê vê mehê.