Welatên Kendavê Êrîşên Dronên Îranê li ser Behreynê Şermezar Dikin

Wezareta Derve ya Behreynê ragihand ku ew bi tundî êrîşa îro Şemîyê ya Îranê li ser axa wê şermezar dike.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku ev yek binpêkirineke eşkere ya serwerîya Behreynê ye û zêdegavî ye ser norm û peymanên nêvnetewî yên ku armanckirina cihên sivîl û tirsandina sivîlan qedexe dike.

Wezareta Derve ya Behreynê herwiha diyar kir ku li dema hewldanên herêmî û yên navneteweyî ber bi kêmkirina alozîyan ve diçe, Tehran bi kiryarên wiha hewldanên peydakirina aştî û aramîyê têk dide.

Wezaretên derve yên yên Kuweyt û Îmaratê, û herwiha Sekreterê Giştî yê Civata Hevkarîya Kendavê êrîşên Îranê li ser Behreynê û aramanckirina binesazîyê û milkê sivîlan bi tundî şermezar kirin.

Tehranê gotibû ku ew li armancên Amerîkayê li herêmê dide, lê heta dema amadekirina wê nûçeyê, Washingtonê bersîva îdiayên Îranê nedaye.

Artêşa Amerîkayê got ku êrîşên wan yên doh Înê bersiv bû li ser êrîşa Îranê ya bi dronan li ser keştîyeke barhilgir li Tengava Hormuzê.