Îran Bîranîan Qorbaniyên Firîna 655 Dike

Kendava Fars

Îranî bîranîna 22hemîn salvegera têkşikandina jêtek musafir helgira Îranî ji aliyê Amerîka ve dikin bi rêvebirina rê û resmekê li cihê têkşikana wê balefire li ser deryayê.

Endamên malbatên 290 kesên dinav bûyerê de hatine kuştin dinav wan kesan de bûn ku roja Şemiyê bo bîr anîna qorbaniyên firîna 655 li ser avên Kendava Fars kom bibûn.

Dinav rê û resmê de gotarek ji aliyê Serok Komarê Îranê Mehmûd Ehmedî nijad ve hate xandin. Wî ewyek mîna karesatek mirpvî nav bir, ku nahêt fêm kirin û got ew ragehandina şerî li dijî mirovatiyê bû.

USS Vincenes li 3ê meha 7 sala 1988ê ew balefir têkşikand, demek kurt piştî li bajarê Bander Ebbas berw Dubai li Mîrghên Yêkgirtiyên Erebî firî.

Amerîka got wê bi xeletî hizra jêtek leşkirî ya Îrana neyar ji balefire kir, û wek pişkek careser kirina giriftê li sala 1996ê, pitirî 100 milyon dolar wek hev sozî û hev xemiyê da Îranê.