Brîtanya Dê Du Kesan Jiber Bûyera Fairford Dadgeh Bike

Dadwerekî Brîtanî îro Înê ragihand ku dê di Mijdara sala bê de li Londonê darizandina du mêran jiber bûyera ewlehîyê ya bingeha leşkerî ya Fairfordê destpê bike.

Ew herdu kes bi sûcên têkildarî bûyereke ewlehiyê ya ku di meha Îlona borî de li baregeha leşkerî ya Fairfordê ya Hêza Esmanî ya Melekî ya Brîtanyayê pêk hatibû, tên tawanbar kirin.

Dozgerên Brîtanî û Amerîkî dibêjin ku ev tawanbar ji bo berjewendîyên Îranê plan dikirin.

Amerîkayê baregeha Fairford ji bo êrîşên esmanî yên li dijî Îranê bikar dianî. Lê piştî demeke kurt ji girtina pênc welatîyên Brîtanî li nêzî baregehê, balafirên bombeavêj ji wir hatin derxistin.

Girtina kesên gumanbar di demjimêrên destpêkê yên 27'ê Îlona 2026'an de, li başûrê rojavayê Brîtanyayê pêk hatibû.

Ev bûyer di demekî de pêk hat ku girjîyên di navbera Amerîka û Îranê de hîn dom dikin.

Polîsê Brîtanyayê û Serokwezîr Andy Burnham gumanên tevlêbûna Îranê di vê bûyerê de anîn ziman. Lê balyozê Îranê li Brîtanyayê vê yekê red dike.