Hejmara Miriyên Îranê ji ber Koronayê 30,000î Derbas Dike

Wezareta Tenduristîya Îranê îro Şemîyê ragihand ku 253 kesên din ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane û hejmara mirîyên welêt bi sedema vîrusê bûye 30,123 kes.

Wê got hejmara pêketiyan jî bûye 526,490. Îran welatê rojhilatê navîn ê yekem e bi hejmara mirî û pêketiyên koronayê.

Peyvdara wezareta tenduristiyê Sîma Sadat Larî ji televizyona dewletê re got ku di 24 demjimêrên borî de 4,103 kesên nû bi vîrusê ketine.