Buhayê Diravê Îranê li Hember Dolarê Amerîkî Gihîştiye Asteke Nizim

Buhayê diravê Îranê îro Şemîyê bi tundî daket 3 milyon riyalên Îranî li hember yek dolarî, ku ev jî asta herî nizim ku gihîştîyê, di demekê de ku enflasyon, sizayên Amerîkî yên li dijî Îranê berfirehtir dibin.

Li gorî malpera bon-bast.com, îro dolarê Amerîkî bi 2.990 milyon riyalên Îranî dihat firotin, beramber 2.938 milyon riyalên Îranî di roja Înê de.

Ji ber krîza navxweyî ya Îranê, û bi taybetî jî ji ber bilindbûna bihayên xwarinê, Îran bi enflasyona herî xirab a dehsalan re rû bi rû ye.

Amerîkayê ji Tîrmehê ve dorpêçeke deryayî li ser benderên Îranê ferz kiriye û di destpêka vê mehê de "Hêza Taybet a Derîyê Hesinî" ragihand da ku tevgera çek û alavên ku di lîsteya sizayan de ne li seranserê sînorên bejahî yên Îranê û Deryaya Xezerê sînordar bike.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di destpêka vê hefteyê de got ku aborîya Îranê ber bi jêr ve diçe û rêberên wê piştî sepandina sizayên nû yên ku armanc dikin aborîya welêt ji aborîya cîhanê bêtir dûr bixin û torên wê yên bankî yên veşartî têk bibin, ditirsin.

Serokê Banka Navendî ya Îranê Abdul Nasser Hîmmatî îro Şemîyê got ku Îranê pereyên têr hene ku xwarin û dermanan ji bo mehên pêş bikire, lê got ku bazara diravên biyanî ji hêla faktorên aborî bandor dîtîye.

Hîmmatî ji televîzyona dewletê re got: "Gelek faktor hene ku bandorê li diravên biyanî dikin, wekî aborî, pêşbînî û siyaset. Em hewl didin ku bazarê bi qasî ku ji destê me tê aram bikin."

Gelek Îranî ji bo parastina pereyên xwe, dolarê Amerîkî, diravên din ên bihêz û zêr dikirin.