Dadwerîya Îranê darvekirina girtîyên siyasî û xwepêşanderên dijî hikûmetê yên ku hatine girtin berdewam dike.
Dadwerîya Îranê roja Pêncşemê ragihand ku werzişvanê 21 salî Sasan Azadwar yê ji Îsfahanê hate sêdaredan.
Malpera Herana, ji çavkanîyeke nêzîkî malbata wî girtîyê siyasî ragihand ku termê wî li roja Pêncşemê piştî nîvro li cihekî nihênî hate veşartin û bi tenê destûr bi 10 kesan ji xizmên wî hate dan ku beşdarî behîyê bibin.
Cezayê sêdaredanê ji bo Azad berê bi guneha “Muharebe” hatibû dayîn û ji alîyê Dadgeha Bilind ve hatibû piştrastkirin.
Tawana “Muharebe” li gor qanûnên Îranê yek ji mezintirin tawanên li dijî ewlehîya netweyî ye li Îranê û her êrîşeke navxweyî li dijî rejîma Îranê tawaneke Muharebe ye ku cezayê wê darvekirin e.
Di heman rojê de, Xolam Hisên Mûhsinî Êjeyî, berpirsê dadwerîya Îranê, got ku hikûmeta Îranê guh nade bangên navneteweyî yên ji bo rawestandina darvekirinan li welatî wî.
Berpirsa taybet a Neteweyên Yekbûyî bo mafên mirovan li Îranê May Sato û Komîserê Bilind yê mafên mirovan Volker Turk doh Çarşemê bang li karbidestên Îranê kirin ku sêdaredanan rawestînin û girtîyên siyasî azad bikin.