Îran Dibêje Êrîşeke Dronan Navendeke Berevanîyê li Esfehanê Kir Armanc

Rahênaneke Dronan li cihekî Nediyar yê Îranê(Arşîf)

Dronên bombhilgir bi şev kargeheke berevaniyê ya Îranî li navenda bajarê Esfehanê kir armanc, karbidestan roja Yekşemê serê sibê got, û bû sedema hin ziyanan li kargehê di demekê de ku aloziyên herêmî û navnetewî yên ku Komara Îslamî di nav xwe de dihewîne.

Wezareta Bervaniyê ya Îranê ti agahî nedan ka ew gumana êrîşê ji aliyê kê ve dike.

Lê Tehran bi êrîşên dronan yên gumanbar ên Îsraîlî dibe armanc di siya şerekî de bi hevrika xwe yêaojhilata Navîn re dema ku peymana wê ya navokî bi hêzên cîhanî re têk çû.

Di vê navberê de, alozî bi Azerbeycana cîran re jî zêde bûne, piştî ku çekdarekî êrişî balyozxaneya wî welatî li Tehranê kir û serokê ewlekarîyê kuşt û du kesên din jî birîndar kirin.

Agahiyên bêhtir li ser êrîşa Esfehanê ku derdora demjimêr 11:30ê êvara şeva bi dema xwecihî pêk hat, nehatin belavkirin.

Daxuyaniya Wezareta Berevaniyê diyar kir ku sê dronên keşfê li navendê hatine avêtin û du ji wan bi serkeftî hatine xistin. Wezaretê got ku ya sêyem xuya bû ku ew li avahiyê ket, û bû sedema "ziyaneke biçûk" li banê wê û tu kes birîndar nebû.

Televîzyona dewleta Îranê ya bi zimanê Îngilîzî, Press TV, vîdyoyek têlefonê belav kir ku xuya dike dema dron li ser rêya qerebalix a Îmam Xumeynî ku ber bi bakurê rojavayê Esfehanê ve diçe, li avahiyekê dikeve.

Zilamê ku fîlmê dikişîne diqîre û dibêje, " Wey xwedê! Ew dronek bû, ne wusa. Erê, ew dronek bû?” Kesên li wir piştî êrîşê direvin.

Ew dîmenên êrîşê, û her weha dîmenên encamên ku ji hêla The Associated Press ve hatine analîzekirin, bi cihekî li kolana Minoo li bakurê rojavayê Esfehanê re têkildar e ku li nêzîkî bazarekê ye ku dikaneke xalîçeyan û yeka elektronîkan tê de ne.

Ev êrîş dibe piştî ku Wezareta Îstixbarata Îranê di Tîrmehê de îdia kiribû ku wan plana armanckirina cihên hestiyar li derdora Esfehanê têk biriye. Vîdyoyek ku meha Cotmehê di televîzyona dewleta Îranê de hat weşandin, tê de tê îdîakirin ku endamên partiya opozisyonê ya Kurd Komele ku ji Îranê hatine sirgûnkirin û niha li Îraqê dijîn, wan plan kirine ku bingehe esmanî ya leşkerî li Esfehanê bikin armanc piştî ku ji aliyê Mossad a Îsraîlê ve hatin perwerdekirin.

Çalakvan dibêjin ku televîzyona dewleta Îranê di deh salên dawî de bi sedan îtîrafên bi zorê belav kirine. Karbidestên Îsraîlî red kirin ku li ser êrîşê biaxivin.

Çavkanî: AP