Êrîşên Îranê ser Îmaratê Berdewam Dikin

Ji encam êrîşên Îranê dûman ji Balefirgeha Dubey bilind dibe.

Wezareta Berevanîya Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî (Îmarat) îro Sêşemê ragihand ku ku sîstema wê ya esmanî êrîşên 10 mûşek û 45 dronan pûç derxistine.

Wezareta Îmaratê da zanîn ku dengên li deverên cuda yên welêt têne bihîstin, ji encama bersivdana sîtstema berevanîya esmanî bûne, dema ku mûşekên êrîşên balîstîk û dronan ên Îranê pûç dikin.

Wezaret got: "Di encama van êrîşan de du endamên hêzên çekdar dema ku erkê xwe yê neteweyî pêk dianîn hatin şehîdkirin û şeş sivîlên ji neteweyên Pakistanî, Nepalî, Bangladeşî û Filistînî hatin kuştin. Herwiha, 157 kes birîndar bûn."

Wezaret herwiha diyar kir ku di nav qurbanîyên êrîşên Îranê de welatîyên Îmaratî û ên 28 welatên din hebûn.

Wezareta Îmaratî dibêje ku berevanîya hember êrîşên Îranî didomin û ewê artêşa Îmaratê welêt ji her êrîşekê biparêze.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji dema destpêkirina êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê di 28'ê Sibatê de ser rejîma Îranê, rejîm welatên Kendavê û ên cîran bi êrîşên bêserûber dike armanc. Heta niha bi dehan sivîl di van êrîşên Îranê de hatine kuştin û birîndar bûne.