Dezgeha dadwerîya Îranê roja Sêşemê ragihand ku wan girtîyekî din bi navê Ebdulcelîl Şebexş bidarve kiriye.
Dezgeha fermî ya desthilatdarîya dadwerî li Îranê îdîa dike ku Ebdulcelîl Şebexş endamê koma Ensar el Furqan bû. Ew bi pêkanîna êrîşên çekdarî yên li dijî navendên hikûmetê hate tawanbarkirin.
Ajansa nûçeyan a Mîzan ku girêdayî dadwerîya Îranê ye, got ku belgeyên di dozê de, di nav de faylên deng ên ku ji alavên ragihandinê yên girtî hatine derxistin û "mikurhatinên" wî di qonaxa lêpirsînê de bingeha cezayê darvekirinê ne.
Ensar el Furqan komeke dijî hikûmetê li herêma Sistan û Belûcistanê ye ku rejîma Îranê wek "koma mîlîşyayên terorîst" binav dike.
Rêxistina Hengaw a mafên mirov got ku Şebexş, girtîyê siyasî yê Belûcî yê ji navçeya Taftana Sîstan û Belûcistanê, di dema şerê 40 rojî di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de hat girtin û bi dizî hat cezakirin. Cezayê wî li Girtîgeha Navendî ya Zahedan hate bicihkirin.
Hengav herwiha got ku agahîyên berfireh li ser doza girtîyê siyasî tune ne û ew kêmtir ji du mehan piştî girtina wî bi tawanbarîya serhildana ji alîyê koma Ensar el Furqan ve û sîxurîya bo Îsraîlê hate bidarvekirin.
Piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, rejîma Îranê hejmara bidarvekirinan zêde kir û rojane çend kesan sêdare dike.
Li gor raporta hevbeş a Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya ku navenda wê li Norwêcê ye û rêxistina Bi Hev re li Dijî cezayê Darvekirinê ya Parîsê ye, Îran di sala 2025'an de herî kêm 1,639 kes bidarve kirin.