Desthilata dadwerî li Îranê ragihand ku kesek bi tawana kuştina efserekî Pasevanên Şoreşa Îslamî di sala 2022’an de îro Sêşemê hate darvekirin.
Malpera desthilata dadwerî got ku “Gholamreza Rasaeî vê sibehê li zindana Kirmanşanê hate darvekirin.” Malperê herwiha da zanîn ku sedema darvekirinê tawana “kuştina kolonelekî Paşevanên Şoreşê li dema xwepêşandanên neqanûnî li Mijdara 2022’an” bû.
Ajansa Tasnim ya nûçeyan ragihand ku kolonel Nadir Bayrami berpirsê yekîneya zanyarî ya Pasevanan li bajarê Sehne yê Kirmanşanê bû.
Devera Kurdan li Îranê yek ji navendên serekî yên xwepêşandanên dijî hikûmetê bûn piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ser destê polîsê Îranê.
Emînî ya 22 salî Îlona 2022'an li Tehranê hatibû girtin û paşê jiber êşkencekirinê li nexweşxaneyekê jiyana xwe ji dest dabû.
Di encama xwepêşandanên piştî mirina Emînî de bi sedan xwepêşander hatin kuştin. Herwiha hejmareke karbidestên ewlekarî jî hatine kuştin.
Malpera Mizan ya desthilata dadwerîyê got ku cezayê darvekirinê Cotmeha 2023'an li Rasaei hatibû birîn.
Ligel Rasaei, hejmara kesên ku di encama xwepêşandanên 2022’an de hatine darvekirin gihişte 10 kesan.
Rêxistinên mafên mirov yên navnetewî dibêjin ku, ji bilî Çînê, Îran salane hejmara herî mezin ya xelkê darve dike.
Jêder: AFP