Rejîma Îranê Du Gencên Din Darve Dike

Dezgeha dadwerîya rejîma roja Sêşemê ragihand ku wan du xwepêşanderên ciwan ên ji Şahrûdê bi navên Cewad Zamanî û Ebûl Fazl Sa'adî, darve kirine.

Serokê Dadwerîya Parêzgeha Semnanê Mihemed Sadiq Ekberî herdu welatî bi belavkirina gendelîyê li ser erdê, wêrankirina milkê giştî û têkdana ewlehîyê tawanbar kirin.

Wî îdia kir ku herdu kes di xwepêşandanên 2025'an de bi "hebûn û bikaranîna çekên germ û sar" û şewitandina milkê giştî û taybet hatine tawanbarkirin. Wî negot kengî û çawa çek hatine bikar anîn.

Heta niha ti hûrgilî li ser darizandinê, pêvajoya mikurhatinê nehatine weşandin.