Rêxistina Mafên Mirov Hengaw îro Çarşemê ragihand ku Fethullah Awrî, ku yek ji xwepêşanderên çalakîyên dawî yên Îranê bû, hatîye bidarvekirin.
Ajansa Mîzan a ser bi dezgeha dadwerîya Îranê ve got ku Awrî di xwepêşandanên meha Çileyê de polîsek kuştîye.
Endamê hêzên polîs Mihemed Cewad Bexşîyan di xwepêşandanên Çileyê de li bajarê Hemedanê hat kuştin.
Bi sedan girtîyên siyasî û welatîyên ku di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin, niha di girtîgehên Îranê de bi sûcên siyasî û ewlekarî re rûbirû dimînin.
Dadwerîya rejîma Îranê, bi taybet di van mehên dawî de, bi berdewamî sizayê sêdaredanê li dijî xwepêşanderan an kesên ku bi hevkarîya Amerîka û Îsraîlê tên sûcdarkirin, bi cih tîne.
Çalakvan û rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku rejîma Îranê darvekirinê ji bo tirsandina xelkê bi kar tîne da ku nehêle xwepêşandanên nû çêbibin.