Îranê 3 Gencên din bi Tawana Hevkarîya bi Amerîka û Îsraîlê re Sêdare Kirin

Desthilata Dadwerîya Îranê roja Yekşemê ragihand ku sê girtîyên din ên xwepêşandanên destpêka Çile, li bajarê Kerecê darve kirine.

Ajansa nûçeyan a Mîzanê ya dadwerîya wî welatî ragihand ku “Hesen Diyobend, Hemîd Kazimî û Riza Zangana bi tawana sîxurî ji bo Îsraîl û Amerîkayê li dijî ewlehî û berjewendîyên neteweyî cezayê darvekirinê li wan birîye.”

Dadgehê diyar kir ku Diyobend di 11’ê Çileyê de hate girtin, piştî ku lêkolînan ew bi êrîşên li ser milkên giştî û handankirina tundûtûjîyê girêdan. Piştre jî deh kesên din ku bi beşdarbûna di van nerazîbûnan de hatibûn tawanbarkirin, hatin girtin.

Dadgehê biryara darvekirina van sê kesan û destgirtina mal û milkên wan da. Piştî ku Dadgeha Bilind van biryaran pejirand, cezayên wan hatin bicihkirin. Ji bo kesên din ên ku di dosyayê de hebûn, cezayên girtîgehê yên di navbera pênc û deh salan de wergirtin.

Li gorî Rêxistina Amnesty International, Îran dê di sala 2025'an de herî kêm 2,159 kesan darve bike.

Rêxistinên mafên mirovan, di nav de jî Amnesty International, ragihandine ku Îran piştî Çînê di cîhanê de, xwedîya tomara duyemîn welatên herî zêde darvekirinan e.