Raport: Li Îranê di Sê Mehên Dawî de Zêdetirî 160 Kes Hatine Sêdaredan

Li gor raportên navxweyî li Îranê û rêxistinên mafên mirovan, di sê mehên yekem ên sala 2026'an de herî kêm 160 girtî li Îranê hatine sêdaredan. Di nav wan de herî kêm 12 girtîyên siyasî û çar jin jî hene.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, ku çavdêriya binpêkirina mafan dike li Îranê û bingeha wê li Norwecê ye, roja Pêncşemê ragihand ku “Di sê mehên dawî de, herî kêm 12 girtiyên siyasî û îdyolojîk bi tawanên wekî serhildana çekdar, endamtîya komên çekdar û sîxurîya ji bo Îsraîlê hatine îdam kirin."

Ji kesên ku hatine darvekirin, 8 di sê hefteyên dawî de hatine darvekirin.

Raport didin zanîn ku piştî destpêkirina operasyona hevbeş a Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê haletên girtin û sêdaredanê bi zelalî zêde bûne.

Li gor raporta Hengawê, kesên hatine sêdaredan ji herêm û bajarên cûda weke Tehran, Qum, Reşt û bajarên din ne û gelek ji qurabnîyan Kurd in.

Ev zêdebûna sêdaredanan di demekê de ye ku Îran bi tengasîyên navxweyî û herêmî re rû bi rû maye. Ev jî dibe sedem ku mafên mirovan zêde werin binpêkirin û bikaranîna cezayê mirinê di dozên siyasî de li wî welatî zêdetir bibe. Rêxistinên mafên mirov derbarê zordestîya karbidestên rejîma Îranê xembar in.

Hêjayî gotinê ye ku serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî di gotara xwe de derbarê darvekirin û kuştinan li Îranê got ku ev kiryar “nîşana sîstemeke tund û bêdadîyê” ye. Wî rexne li rêjîma Îranê girtin û got ku zêdebûna darvekirinan, bi taybetî li dijî kesên siyasî, nîşana tirs û hewla kontrolkirina gelê Îranê ye.