Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku desthilata dadwerî ya Îranê bi cezayên tund tolê ji xwepêşanderên dijî hikûmetê yên dawîya sala borî daketibûn kolanan hildide.
Herî dawî, cezayê darvekirinê li çar kesan û yê zindankirinê ya dirêj li yekî din birî.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, ku çavdêrîya binpêkirina mafan li Îranê dike û bingeha wê li Norwêcê ye, roja Pêncşemê ragihand ku Dadgeha Şoreşê ya Îranê cezayê darvekirinê li çar kesan birî. Mihemed Reza Mecîdî Asl, Bîta Hematî, Behroz Zemanînecad û Kuroş Zemanînecad bi tawana “kar ji bo Amerîka û komên dijmin” hatin cezakirin.
Li ser her çar girtîyan, ligel cezayê mirinê, pênc sal cezayê girtîgehê jî hat birîn. Sûcê wan wekî “hevkarî û xebatên li dijî ewlekarîya dewletê” hat nîşandan.
Dadgehê herwiha wekî cezayekî zêde biryara destdanîna ser hemû milkên wan da.
Di heman dozê de, kesê pêncem ê bi navê Emîr Hematî ji alîyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi tawana “civîn û hevkarîya li dijî ewlekarîya neteweyî,” pênc sal û heşt meh cezayê zindanê lê hat birîn.
Li gor çavkanîyên agahdar, Mihemedreza Mecîdî Asl û Bîta Hematî hevjînên hev in û li Tehranê dimînin. Emîr Hematî jî xizmê wan e. Behroz û Kuroş Zemanînecad ku xizmên hev in, bi hev re di avahîyeke niştecîbûnê de hatine desteserkirin.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku wergirtina mikurhatinên bi zorê, êşkenceya laşî û derûnî li girtîyan hatîye kirin. Herwiha di dema dadgehkirinê de destûra wan tune bû ku parêzerekî bi dilê xwe bigirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê û rêxistina Bi Hev re Dijî Cezayê Darvekirinê roja Duşemê di raportekê de ragihand ku rejîma Îranê di sala 2025’an de herî kêm 1,639 kes darve kirine. Ev hejmar li gor sala 2024’an bi rêjeya 68% zêde bûye.
Li gor vê raportê, di sala 2025’an de herî kêm 48 ji kesên ku ji alîyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin, jin bûn.