Derhênerê Navdarê Îranî Dariush Mahrjui Li Tehranê Tê Kuştin

Dariush Mahrjui û Hevjîna wî Vahideh Mohammadifar

Yek ji girîngtirîn fîlmçêkerên Îranê, Dariush Mahrjui, êvara Şemiyê li mala xwe li nêzîkî Tehranê bi hevjîna xwe re bi kêran hat kuştin, saziya dadweriyê roja Yekşemê got.

Mahrjui yê 83 salî, yek ji yekem fîlmçêkerên Îranî bû ku beşdarî pêla nû ya sînemayê bû, û di sala 1960 de fîlma The Cow ku ji yekem fîlmên tevgera wî bû, çêkir.

Dadwer Husên Fazilî Harîkendî ji ajansa nûçeyan a Mîzanê re got: "Di lêkolîna destpêkê de me dît ku Dariush Mahrjui û hevjîna wî Vahideh Mohammadifar bi lêdana çendîn kêran li stûyê wan, hatine kuştin."

Di hevpeyvînekê de ku roja Yekşemê ji aliyê rojnameya Etimad ve hatiye belavkirin, malbata Mahrjui dibêje, gef li wan hatiye xwarin û mala wan hatiye dizîn.

Herîkendî got: "Lêkolînan eşkere kir ku ti gilî li ser ketina neyasayî ya nav vîllaya Mahrjui û dizîna tiştên wan nehatiye kirin."

Fîlmên navdar ên Dariush ev in: " The Cow " û " Mr. Gullible " (1970)، " The Cycle "(1977) ، " The Tenants " (1987)، " Hamoun " (1990)، " Sara " (1993)، " Pari " (1995) û " Leila " (1997).

Di navbera salên 1980 û 1985an de, fîlmçêker li Fransayê jîya û li ser belgefîlma bi navê "Journey to the Land of Rimbaud" (1983) xebitî.

Di vegera xwe de ji bo Îranê, ew li box ofîsa bi The Tenants serkeftî bû.

Di salên 1990'î de Mahrjui jiyana jinan li Sara, Pari û Leila nîşan da, melodrama li ser jineke ku zarok nîne û mêrê xwe teşwîq dike ku bi jina duyemîn re bizewice.

Çavkanî: AFP