Wezareta Derve ya Fransayê îro Pêncşemê bang li Îranê kir ku dev ji bikaranîna cezayê darvekirinê wekî amûreke zordarîyê berde. Ev yek helwest wekî bersiv bû hember rexneyên Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî.
Piştî belavkirina daxuyanîyeke navneteweyî ku tê de bikaranîna cezayê darvekirinê li Îranê hatibû şermezarkirin, şerekî devkî di navbera berpirsên dîplomatîk ên payebilind ên Fransa û Îranê de derket. Parîsê roleke sereke di vê şermezarkirina navneteweyî de lîst û Îran bi "rijandina xwînê" tawanbar kir.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot di posteke xwe ya li ser X'ê de rexneyên tund li kiryarên Îranê kir û got: "Heft meh piştî hovîtîya berfireh a li dijî gelê Îranê yê ku ji bo daxwaza dad û rûmetê rabû ser pêyan, ev rejîm bi pêkanîna hejmareke zêde ya darvekirinan xwînrijandina xwe didomîne."
Di bersivê de, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî rexne bi tundî red kir û hikûmeta Fransayê bi standardên ducarî tawanbar kir.
Tê zanîn roja Çarşemê zêdetirî 30 welatî, di nav de Fransa, Brîtanya, Kanada, Awustralya, New Zealenda, Almanya û Îtalya, ligel berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Kaja Kallas, bikaranîna cezayê darvekirinê ji alîyê Îranê ve li dijî xwepêşanderan "bi tundî" şermezar kirin.