Operasyonên Amerîka û Îsraîlê li ser rejîma Îranê karê hikûmetê bo dema hefteyekê ji kar xistiye.
Şaredarê Tehranê Mihemed Sadiq Mutamedî, belavokek weşand û çalakîyên ofîsên rêveberîyên hikûmetê di nav bajarê Tehranê de diyar kirin. Ev dane bi awayekî ji kar ketina karê hikûmetê nîşan dide.
Li gor vê raportê, her ji roja Yekşemê heta agahdarîyeke din, ofîsên hikûmetê dê tenê bi şiyanên %20 kar bikin, û hebûna jinan di dezgehên rêveberîyan de jî dê qedexe be.
Ji alîyekî din ve, Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ragihand ku hemû zanîngehên li seranserê welêt heta fermaneke din dê girtî bimînin.
Berdevkê wezareta perwerdeyê jî ragihand ku hemû waneyên pêdivî bi amadebûna xwendekaran li dibistanan heta dawîya vê salê dê girtî bimînin.