Êrîşên Mûşek û Dronên Îranê Dijî Welatên Kendavî Didomin

Welatên Kendavî pêlek nû ya êrîşên mûşekî û dronan yên rejîma Îranê îro Pêncşemê ragihand, di demekê de ku artêşa Îranê hişyarîya êrîşên “wêrankertir” dide.

Wezareta Berevanîya Mirgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) ragihand ku sîstema berevanîya asmanî îro Pêncşemê 19 mûşekên balîstîk û 26 dron ku ji Îranê hatibûn avêtin pûç kirin. Perçeyên mûşekên ku hatine têk birin ziyanên sivik gihandin devera pîşesazîyê ya Kezad li paytexta welêt Ebû Dabî.

Berevanîya Îmaratê herwiha got, 191 kes her ji dema destpêka şer û pevçûnan li 28'ê Sibatê ve birîndar bûne.

Hêzên berevanîya Behreynê li ser platforma X'ê ragihand ku wan di 24 demjmêrên borî de rêgirî li du mûşek û 10 dronan kirine.

Li alîyekî din, rojnameya Fanancial Times diyar kir, Xizmetên Amazon ya Înternetê piştrast kir ku ji ber êrîşên Îranê, Întereta Behreynê careke din hate astengkirin.

Hêzên Pasdarên Îranê berê ji îdîa kiribûn ku bingehên Înternetê aramanên leşkerî yên rewa ne, ji ber ku ku kompanîya Amazon piştgirîyê dide operasyonên leşkerî yên Amerîka li herêmê dike.