Tevî Agirbestê, Êrîşên Îranê Dijî Welatên Kendavî Dewam Dikin

Tevî ragihandina agirbesteke du hefteyî di navbera Amerîka û Îranê de, îro Çarşemê li çend welatên Kendavê êrîşên mûşek û dronan ên Îranê hatin ragihandin.

Wezareta Berevanîya Mirgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) ragihand berevanîya asmanî ya Îmaratê roja Çarşemê 17 mûşekên balîstîk û 35 dronên ku ji Îranê hatine avêtin pûç kirin.

Di encama êrîşên Çarşemê de sê kes bi sivikî birîndar bûn. Her ji destpêka êrîşên Îranê ve, berevanîya asmanî ya Îmaratê bi tevahî 537 mûşekên balîstîk, 26 mûşekên krûz û 2,256 dron têk birine. Di encama van êrîşan de 224 kes birîndar bûne.

Wezareta berevanîya Îmaratê eşkere kir ku di nav birîndaran de welatîyêm Îmaratê û kesên ji neteweyên cûda bûn.

Di demjimêrên borî de ti kes nehatîye kuştin. Ji destpêka êrîşên Îranê ve, hejmara giştî ya kuştiyn gihîştiye 2 kesan.

Li alîyeke din ve, Berdevkê Wezareta berevanîya Kuweytê Si'ûd Ebdilezîz el-Otaibi got ku hêzên berevanîya asmanî ya Kuweytê îro Çarşemê ji demjmêr 8'ê sibê ve û heta niha, pêleke êrîşên dijwar yên Îranî dijî Kuweytê tê kirin.

Berdevkê wezareta Kuweytî diyar kir êrîşên Çarşemê, ku gihîşt 28 êrîşan, bi tevahî hatin pûçkirin.