Polîsê Îranê roja Şemiyê got ku wan planek ji bo rûbirûbûna jinên ku qanûnên tund ên cil û bergên Îslamî yên wî welatî binpê dikin, pêk anîne.
Hejmara jinên dijî hîcabê zêde bûye, piştî ku tevgereke protestoyî ya ku sala borî ji ber kuştina Mahsa Emînî ya Kurd a Îranî ya 22 salî di girtîgehê de bi îdîaya binpêkirina wê dest pê kiribû, zêde bû.
Daxuyaniyekê li ser malpera polîs roja Şemiyê got ku dê çalakî "ji îro pê ve" li ser binpêkirinên li cihên giştî, li otomobîlan û "cihên din ên ku hin caran hîcab lê tê rakirin" were kirin.
Daxuyaniyê got, "di vê çarçoveyê de, teknolojî dê ji bo nasnameya jinên ku qanûnê binpê dikin, were bikar anîn."
Rêvebirê Polîsê Ewlekariyê Hesen Mofexamî di daxuyaniyê de got: "Rakirina hîcabê sûc tê dîtin û polîs di çarçoveya yasayê de bi cudahiyên civakî re mijûl dibe."
Wî her wiha got,"kesên ku qanûnê binpê dikin, ji ber kiryarên xwe berpirsiyar in û divê ji reftarên xwe berpirsyar bin."
Piştî mirina Emînî di 16ê Îlona borî de, 3 roj piştî girtina wê ji aliyê polîsên exlaqî ve, pêleke xwepêşandanên sivîl li komara Îslamî belav bû.
Bi hezaran kes hatin girtin, bi sedan hatin kuştin -endamên hêzên ewlekarîyê jî di nav de- û çar kes jî ji ber nerazîbûnên sivîl ên piştî kuştina Emînî hatin sêdarekirin. Îranê ev xwepêşandan wek "serhildan" ku ji alîyê biyaniyan ve hatine gurkirin bi nav dike.
Mofaxamî her wiha hişyarî da ku karsaziyên ku xebatkarên wan li cîhê kar hîcabên xwe rakirine bi girtinê re rû bi rû dimînin.
Wî got ku di rewşên wiha de dê hişyarî bê dayîn, lê "eger hişyarî dubare bibe dê girtina karsaziyê bikeve rojevê".
Hefteya borî, serokê polîs Ehmed Riza Radan got kesên ku hîcaba xwe rakin dê bi "alavên zîrek" bên naskirin.
"Kesên ku hîcaba xwe li cihên giştî rakin, dê pêşî bên hişyarkirin û wek pêngaveke din pêşkêşî dadgehê bibin."
Xwediyên otomobîlan her weha dê nivîsek hişyariyê werbigirin ger rêwî koda cilan binpê bikin, û ger sûc dubare bibe dê wesayîtên wan werin desteserkirin.
Di dawiya meha Adarê de, serokê desteya dadweriyê, Gulamhosên Mohsinî Eceyî, got "rakirina hîcabê dijminatiya li hember nirxan e û kesên ku wiha ne asayî dikin dê werin cezakirin".
Pêwîstiya jinan a bikaranîna hîcabê piştî şoreşa îslamî ya sala 1979an di qanûnê de hate çespandin.
Çavkanî: AFP