UKMTO: Keştîyek li Tengava Hormuzê Rastî Êrîşa Dronê Hat

Keştiyên Bazirganî li Tengava Hormuzê

Navenda Operasyonên Bazirganîya Deryayî ya Brîtanya (UKMTO) îro Înê ragihand ku Keştîyeke barî (tankerek) dema ku di Tengava Hormuzê re derbas dibû ji alîyê dronekê ve hatîye lêdan.

Li gor daxuyanîya UKMTO'ê, ji keştîyan din hatîye xwestin ku baldar bin.

Ev bûyer çend demjimêran pêkhat, piştî ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) ragihand ku du keştîyên wan dema di rêya avê ya sereke re derbas dibûn, rastî "êrîşa Îranê" hatine.

Di demekê de ev bûyer pêktên, ku girjîyên di navbera Amerîka û Îranê de li Tengava Hormuzê berdewam dikin.

UKMTO’ê got ku wê li herêmê, "ji rayedarên leşkerî rapor wergirtine" ku "tankerek dema ku dixwest li ser rêya deryayî ya sereke li Tengava Hormuzê derbas bibe, ji alîyê dronekê ve hatiye lêxistin."

Wê got jî: "Keştî rastî zirarên piçûk hatiye, û kesên di tîma keştîyê de bûn, ewle ne, kesek ne hatîye kuştin yan birîndar kirin.

Berî vê bûyer, roja Înê, wezareta karên derve ya Îmaratên Erebî daxuyanîyek li ser êrîşên dawî yên ser du keştîyên wê weşand û got, "bi tundî êrîşa dijminane ya Îranê şermezar dikîn" ku du keştîyên girêdayî Şirketa Petrolê ya Neteweyî ya Ebu Dabî (ADNOC) armanc girtin dema ku ew di Tengava Hormuzê re derbas dibûn, û got ku di bûyerê de ti kuştin yan birîndarî çênebûne.