Îranê Du Jinên Werzişvan ên Kurd li Seqizê Girtin û Birin Cihêkî Nediyar

Hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî ya Îranê du jinên werzişvan ên Kurd li bajarê Seqizê destgîr kirin û ew birin cihêkî nediyar.

Li gor raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw û Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hêzên ewlekariyê rojên Şemî û Yekşemê yên borî ser malên Eyda Qadirî, rahênera melevaniyê, û Rojan Îbrahîmî, werzişvana hunerên zoranbazîyê (MMA), girtin. Her du jin, ku 20 salî ne, hatin destgîrkirin û paşê birin cihêkî nediyar.

Agahiyên berdest diyar kirin ku hêzên hikûmetê herdu werzişvan bêyî ku tu fermana dadwerî nîşan bidin destgîr kirine. Heta niha, malbatên wan derbarê sedema destgîrkirinê, sûcên wan û cihê ku lê tên ragirtin, nehatine diayr kirin.

Li gor raporeke Hengawê, di meha Îlonê ya îsal de li Îranê herî kêm 17 jin hatine destgîrkirin, ku 7 ji wan Kurd bûn.